6:09:49 PM
Rojavanews: Şanderê taybet ê Netewên Yekgirtî yê karubarên xwendinê Gordin Birawn got , ku rêjeya zarokên penaberên Sûriyê , di dawiya vê salê de , dê zêde bibe û dê bibe 2.5milyon, ku pêwistiya wan bi xwendinê heye.
Herweha Birawn diyarkir , ku şerê li Sûriyê Zarok neçar kirin ku ew penaber bibin , û daxwaz kir ku xwendin ji zarokên li , Urdun, Libnan û Tirkiyê re, peyda biba.
Herweha Birawn got ku , ta ew dest bi bernameya xwendina êvarî ya zarokan li dibistanan bikin, ku jib o wê jî 500 milyon Dolar hatiye terxandin.
Birawn da xuyakirin ku bernameya wan wê li Urdun, Libnan û Tirkiyê ku 1600 dibistan were bicîkirin heya 2107 hemû zarokên Sûriyê li xwe bigre.