Print this page

Jenev 3… Aliyên Sûrî hatin vexwendin

6:30:54 PM1

RojavaNews: Sekretera taybet a Şanderê Navdewletî ji bo Sûriyê, Yasmîn Şahîn, , ragihand ku Stîvan De Mistura aliyên Sûrî ji bo Jenev 3 vexwendin, bêyî ku navên wan eşkere bike.

Herwiha Şahîn got ku piştî aliyên vexwendî razî bibin, wê hingê navên wan wê werin eşkere kirin ku di Jenev 3 de beşdar dibin.

Li gorî Ajansa rueters, kesin di lîsteya Rûsya ya opozisyonê de jî hatine vexwendin, lê navên wan jî eşkere nekirin.

Telefizyona Rûsya Today, jî li jêderên xwe, ragihand ku hîn Hevserokê PYD, Salih Mislim, nehatiye vexwendin, ku Tirkiyê nerazîbûna xwe li hember beşdarbûna wan berdewam nîşan dida.