4:18:19 PM
RojavaNews: Şerupevçûn di navbera Rêjîm û milîsên wê ve li aliyêkî û rêxistina DAIŞê li aliyekî din, li bakur û rojhilatê Helebê berdewam in.
Li gor Rewangiha Sûrî ya mafên mirovan , firokeyên şer ên rêjîma Sûriyê çend êrîşên asmanî li devera Babê û li derdora Bajarokê Tadifê , li gundewarên bekur û rojhilatê Helebê pêk anîne.
Herwiha şerupevçûn di navbera Ketîbeyên Islamî û Rêxistina DAIŞê li devera Xezel li bakurê Helebê , ku di bin kontrola DAIŞê de ye, berdewam in .
Li gor çalekvanan zarokek li ser sînorê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de, li Hor Kilis a bi ser Ezazê ve, bi guleyan hatiye kuştin, , ku tê gomankirin ku bi guleyên cendermeyên tirk hatibe kuşti.