Print this page

Heysem Menah ji ber PYD, Jenev 3 baykot dike

5:45:00 PM

RojavaNews: Dijberê Sûrî û Hevserokê Encûmena Sûriya ya Demokrat a nêzîkî PYD, Heysem Menah, ragihand ku ji ber dûrxistina PYD ji gotûbêjên Jenev 3, ew wê kongreyê baykot dike, tevî ku ji aliyê şanderê Navdeletî ji bo Sûriyê ,Stîvan De Mistura, ew bi fermî hatiye vexwendin.

Herwiha Menah got heya Hevserokê PYD, Salih Mislim, û Hevseroka Enûmena Sûriya ya Demokrat, Îlham Ehmed, di jenev 3 de beşdar nebin, ewê wê kongreyê baykot bike.

Wezîrê Derveyê Fransa, Loran Fabiyos, ragihandibû ku De Mistura jêre gotiye ku wî PYD venexwendiye Jenev 3 û gotiye wê tenê şanda ku Desteya Bilind a gotûbêjan li Riyadê destnîşan kiriye, beşdar bibe.