Print this page

Rêjîma Sûriyê 75% ji Çiyayê Turkmenan kontrol dike

5:52:27 PM

RojavaNews: Ajansa Anadolu ragihand ku Rêjîma Sûriyê destên xwe daniye ser 75% ji Çiayê Turkmenan, ku niha şer tenê li aliyê rojhilatê wê deverê heye ku çend gund li wir mane têkevin bin kontrola rêjîmê.

Herwiha ajansê da zanîn ku rêjîmê destên xwe daniye ser çepera Nebih El-Mur , gundên Xemam, Ziwêk û Burc Qesebê, û bilindahiya Qizildaxê ku 5 km ji sînorê Tirkiyê dûr e.

Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan, ji aliyê xwe ve jî, ragihand ku balafirên Rûsî, ji duh êvarî ve, berdewam Çiyayê Kurmênc li gundewarên Laziqiyê bombebaran dikin, wek gundê Bernas û deverin din ji Devera Çiyayê kurmênc.

Balafirên Rûsî ji despêka êrîşên xwe yên esmanî ve li Sûriyê, herdu Çiyayên Kurmênc û Turkmenan bombebaran dikin û rê li ber pêşveçûna hêzên rêjîm û milîsên ve vedike ku bêtir devera kontrol bike.