Print this page

Dijbereya Sûriyê: ENKSê wek nunertiya Kurda beşdarî Cenev 3 dibe!

Rojava News: Desteya Bilind a Danûstandinan a Dijbereya Sûriyê doh li ser beşdariya Kurdan û tevlîbûna nûnerên kurd di Kongreya Jenêv-3 de daxuyaniyek da.

Desteya Danûstandinan di daxuyaniyekê de gotinên ku dibêjin kurdên Rojavayê Kurdistanê di şanda dijbereyê de beşdar nînin, red kir û tekezî li ser beşdariya kurdan di desteya xwe de û di şanda dijbereyê ya bo Jenêv-3 de kir.

Desteya Bilind a Danûstandinan a Dijbereya Sûriyê ragihand, ku kurdên Sûriyê di nava desteya wan de û  herwiha di nava şanda dijbereyê ya bo Jenêv-3 cih digirin. Desteyê hebûna nûnerên Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) wek beşdarbûna nûnerên kurd di Kongreya Jenêvê de daye zanîn.

Li gorî daxuyaniya Desteya Dijbereya Sûriyê ku li Riyaz a paytexta Erebistana Siûdiyê pêk hatiye, ENKS heya niha 600 hezar îmza bo piştevanîkirin li beşdariya şanda ENKSê kom kiriye.

Herwiha desteyê daxwaz ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir ku kiryarên xwe li hemberî welatiyan û hêzên dijbereyê bi dawî bîne û tevlî şoreşa Sûriyê bibe û helwesteke zelal li hember rêjîma Beşar Esed rabigihîne.