4:17:34 PM
RojavaNews: Civînên Desteya Bilind a Gotûbêjan a Opozisyona Sûriyê, di derbarê Jenev 3 de, li Riyadê berdewam in, ku li gorî jêderên diplomasî li NewYorkê, Desteya Bilind wê gotûbêjê li ser şandina şandekê ji 3 kesan bi serokatiya Riyad hicab, ji bo Jenev 3, bike.
Herwiha hat ragihandin ku Şanderê Navdewletî ji bo Sûriyê Stîvan De Mistura, bi erênî bersiva Desteya Bilind daye, di derbarê mercên wan ji bo despêkirina gotûbêjan bi rêjîmê re.
ku De Mistura ji wan re gotiye ku rakirina dorpêçê û gihandina alîkariyan ji deverên dorpêçkirî, herwiha rawestandina bombebarankirin û topbanakirinê ti carî gotûbêj li ser nayên kirin û ew mafekî rewa ye.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê, Hisên Emîr El-Lehyan, di serdaneke xwe de ji bo Mosko, ragihand ku eger heye ku di nîvê meha bê de, civînek li ser asta wezîran pêk were ku li ser lihevkirina Viyênna yê, û her yek ji Amerîka, Rûsya, Almanya, Feransa, Berîtanya, Siûdiyê, Îran, Misir,Qeter û Tirkiyê, têde beşdar dibin.