Print this page

Times: Eger heye di anvbera Tirkiye û Rûsya de li Sûriyê şerek derkeve

4:22:38 PM

RojavaNews: Rojnameya Times a Berîtanî di raporeke xwe de ragihand ku eger heye ku di navbera Tirkiye û Rûsya de li Sûriyê şer derkeve, ku Rûsya hêzeke xwe aniya Qamişlo û Tirkiyê jî hêzeke xwe aniye ser sînorê Cerablusê.

Herwiha rojnameyê da zanîn ku anîna hêzeke bejayî ya zêde li ser sînorê Cerablusê, tê wateya amadekariyên destêwerdaneke bejayî li Sûriyê.

Rojnameyê got ku Rûsya 200 leşkerên xwe anîne Qamişlo û li balafirxaneyekê jî bicî kirine û niha bi YPG re behsa operasyona rizgarkirina Cerablusê ji nav destên DAIŞê dikin.

Rojname piştgiriya Rûsya ji YPG re, vedigerîne wê yekê ku Rûsya dixwaze tola xwe ji Tirkiyê hilde, piştî ku Tirkiyê berya çenda mehan balafireke wê li ser sînorê di navbera Tirkiyê û Sûriyê de xistibû xwarê