Rojava News: Hollandayê biryar da, êrişên xwe li dijî rêxistina DAIŞê berfirehtir bike û li Sûriyê jî li navendên çekdarên DAIŞê bide.
Hollanda di sala 2014a de li ser vexwandina Amerîka beşdarî hevpeymaniya dijî çeperê DAİŞê li Iraqê bû û bi frokê hêzê esmanî F-16 an li Urdûnê hate cîbecîkirin.
Hikûmeta Hollandayê 28ê rebendanê di derbarê beşdariya wî welatî di Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de biryarek nû da.
Li gor nûçeya ajansa Reutersê, Wezîrê Parastinê yê Hollandayê Jeanine Hennis-Plasschaert di daxuyaniyekê de ragihand, Hollanda di berdewamiya şerê li dijî DAIŞê de, dê li Sûriyê jî êrişî navendên çekdarên DAIŞê bike.
Hollanda niha di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de li Iraqê bi 6 balafirên şer beşdarî operasyonên esmanî yên lid ijî wê rêxistinê ye.
10:25:33