Print this page

Zêdetirî ji 100 leşkerên Rûs li Sûriyê hatine kuştin

Rojava News: Li gorî jêderên nêzîkî rêjîma Esed, 109 leşkerên Rûsyaya ku ji 30yê îlona 2015an ji bo alîkariya rejimê li Sûriyeyê êrîşên esmanî dikin, di şer da hatine kuştin.

Li gor agahiyên Anadolê, bi sedan leşkerên Rûsyayê operasyonên bejayiyê li eniyên şerê dinavbera Rêjîmê û dijberiyê de birêve dibe.

Li gorî heman ajansê, Li Cûrîna Lazqiyeyê, li Girê Silunfê li Cûrînê, li bajarokên Salma û Rabîayê, li baregeha Rûsyayê ya li Himeymînê,  li Şamê, Hamayê, Humusê û Hesekeyê balafir, moşek û amûrên teknîkî yên leşkerên Rûsyayê hene.

Herweha Rûsya ji bo ku Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişloyê ya li ser sînorê Tirkiyeyê berfireh bike, yekîneyên xwe yên alîkar amade kiriye. Komîteya herêziyên navxweyê yê Sûriyeyê di 19yê rêbendanê da diyar kiribû ku 100 leşkerên Rûsyayê hatine Qamişloyê.

Li gor agahiyan,109 leşkerên Rûsyaya ku ji 30yê îlona 2015an ji bo alîkariya rejimê li Sûriyeyê êrîşên esmanî dikin, di şer da hatine kuştin. Li gor agahiyan hin leşkerên Rûsyayê li eniyê, hin leşker di operasyonan da û hin leşker jî ji ber ku firokên hatine daxistin mirine.

11:13:58