Print this page

Li Sûriyê 18 herêm dibin dorpêçê dene û neçarin!

Rojava News: Li gorî rapora ku Neteweyên Yekbûyî ragihand;  berê 15 herêm dibin dorpeçêde bûn aniha ew hêjmar zêdetir buye û gihaye 18 herêman.

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî(NY), 4,6 milyon mirov ji gelek pêvistiya bê parin, û nikarin xwe bighînin herêmê din, her wiha 486 hezar 700 kes jî dibin dorpêçê de jiyan dikin. Ji van 274 hezar 200 kes dibin dorpêça hêzên rejima  Sûrî, 200 hezar kes yêDAIŞ, 12 hezar 500 kes jî dibin dorpêça dijbere û çekdarên El-Nusra yê de dijîn.

Cigirê Sekteterê Giştî yê karê mirovî yê NY û Cigirê Kordînatorê beşê Lezgîn Stephen O’Brien ragihand di sala 2015 de hukimeta Sûriyê ji 113 konvoyên alîkariyê tenê sedê 10 destûra daye bigihînin mirovên dibin dorpêçê de dijîn.

 

11:19:27