5:47:52 PM
RojavaNews: Şerûpevçûnên di navbera çekdarên opozisyonê û rêjîma Sûriyê de li Çiyayê Kurmênc a gundewarê Laziqiyê berdewam dibin, ku balafirên Rûsî jî bi tundî wê deverê bombebaran dikin, bi taybetî deverên wek Silor, Obîn, Kinesba û Beydaa.
Herwiha rêjîmê jî bi tundî navendên opozsiyonê topbaran kirin, ku milîsên îranî û efganî jî bi rêjîmê re şerê hêzên opozsiyonê dikin.
Ji despêka destêwerdana Rûsya di Sûriyê de, bi taybetî piştî ku Tirkiyê balafireke rûsî li ser sînor xiste xwarê, Rûsya berdewam herdu Çiyayên Kurmênc û Turkmenan bombebaran dike, ku ew jî bû sedem ku rêjîm li wan deveran pêşve biçe, bi taybetî bi kontrolakirina herdu bajarokên Selme û Rebîe