Print this page

HRW: Îran afganiyan di bin gefê de dişîne Sûriyê

6:40:13 PM

RojavaNews: Rêxistina  Human Rights Watch di raporteke xwe de  Îran  tometbar kir ku bi hezaran ji çekdarên  afganî  şandine  Sûriyê  da ku şerê opozisyonê bikin.

Herwiha rêxistinê got ku ji mijdara 2013an ve pasdarên Îranê bi hezaran ji afganiyên ku bê belgeyên fermî li wî welatî dimînin , şandine Sûriyê  .

raportê  eşkere kir ku her çekdarekî afganî mehane nêzîkî 800 $ distîne , ku Îran  gefan li wan dixwe ku ew ê wan vegerîne Afganistanê eger li gel rêjîmê şer nekin .

raportê diyar kir ku, ji wan 3 milyonên afganî ku li Iran ê dimînin, kimiterî milyonek kes bê belge ne ji ber vê jî Iran wan di şerê Sûriyê  de bikar tîne