Print this page

Serokê şanda Esed: Her kurdek daxwaza federaliyê bike bila hebên Panadolê bixwe

Rojava News: Serokê şanda Hikûmeta Esed di civînên Jenêv-3 de li ser daxwaza kurdan bo federaliyê li Kurdistana Sûriyê ragihand, her kesek hizir li wê bike ku Sûriyê dabeş bike bila heba Panadol an jî Advîla bixwe û xwe ji wehmê derbas bike.

Balyozê Sûriyê li Netewên Yekbûyî û Nûnerê Beşar Esed di danûstandinên Jenêv-3 ên derbarê kirîza Sûriyê de Beşar Ceiferî li ser daxwaza kurdên Rojavayê Kurdistanê bo avakirina sîstemek federalî li Sûriyê bi tundî axivî.

Beşar Ceiferî derbarê mijara federaliya li Rojavayê Kurdistanê de ji Rûdawê re ragihand: “Nêrîna te çiye ku eger em civînên Jenêv-3 pêk nehînin û bigihîjin wê encamê û em bêjin ku me dawî bi wê mijarê aniye. Berî destpêkirina diyaloga sûrî, tu gellek pêş li bûyeran dikevî.”

Beşar Ceiferî herwiha got: “Me got pîwana me bo wê diyaloga sûrî-sûrî, parastina ax û gelê Sûriyê ye, parastina serwerî û serxebûna Sûriyê ye.”

Ceiferî wiha berdewam kir:

“Ev e axavtinek zelal e û ev axavtin di 13 biryarên Encumena Asayişa Navdewletî derbarê Sûriyê de hatiye.

Nûnerê Beşar Esed di civînên Jenêv-3 de di berdewamiya axavtina xwe ya li ser mijara daxawza federaliyê bo Rojavayê Kurdistanê de got: “Pirsa dabeşkirinê bi tewawî ji mejiyê xwe bînin derê. Her kesek hizir li wê bike ku Sûriyê dabeş bike, li gel hemû rêza me jî, bila hebên Panadol an jî Advila bixwe û xwe ji vê wehmê derbas bike.”

10:20:44