Print this page

Li gundewarê Minbicê, DAIŞê 3ê ciwanên birayên hev bidarvekir

Rojava News: Rêxistina terorîstî ya DAIŞê duh xortek ji bajarê Minbicê bidarvekir piştî ku berî du rojan du birayên wî jî bidarevekirbû.

Li gorî agahiyan, duh terorîstên DAIŞê welatiyê bi navê Îbrahîn Elmeraî bi tometa alîkariya artêşa Azad bi gullebarankirinê li gundê Ewn Eldadat kuşt.

Herweha berî du rojan li heman gundî û bi heman tometê, DAIŞê du birayên Îbrahîm yên bi nave Ednan û Casir bidar vekir.

Nalîn Hesen

10:31:52