4:30:22 PM
RojavaNews: Netewên Yekgirtî di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku şanderê Navdewletî ji bo Sûriyê Stîvan De Mistura, îro û bi awayekî cuda bi herdu şandên Opozisyonê û rêjîmê re dicive.
Li gorî daxuyaniyê, di despêkê de wê De Mistura bi şanda Rêjîmê re bicive û piştre wê bi fermî û weke yekem car bi şanda opopzsiyonê re bicive.
Şanda rêjîmê jî, şanda opozisyonê tuhmetbar kir ku ew di gotûbêjan de ne cidî ye û got ew hîn nizanin wê bi kî re gotûbêjan bikin.
Opozisyona Sûriyê jî ji aliyê xwe ve ragihand ku eger tawanên rêjîmê bidawî neyên, ew ê xwe ji gotûbêjan vekişînin û got ku rêjîm ji bo bi destxistian demê, hatiye Jenevê ne ji bo gotûbêjan bi opozisyonê re bike.
De Mistura jî diyar kir ku bi gotûbêjan geşbîn e ji ber ew derfeteke dîrokî ye û nabe were têkbirin.
Wezîrê Derve yê Amerîka, John Kerry, ji aliyê xwe ve bang li herdu şandên opozisyonê û rêjîmê kir ku gotûbêjên xwe berdewam bikin û got divê alîkariyên mirovî zû bigihin wan deverên dorpêçkirî.