4:24:52 PM
RojavaNews: Şanderê navdewletî ji bo Sûriyê, Stîvan de Mistura, bi şanda rêjîma Sûriyê re civiya, piştî ku duh De Mistura despêkirina gotûbêjên Jenev 3 eşkere ragihandin.
Serokê şanda rêjîmê, Beşar Ceiferî, piştî wê civînê jî ragihand ku hîn ew gotûbêj bi fermî despê nekirine û tiştên tên kirin tenê amadekirin e.
Herwiha Ceiferî diyar kir ku ew hîn nizanin ew ê bi kî re gotûbêjan bikin û got ku wan daxwaz ji De Mistura kir ku endamên şanda opozisyonê ji wan re eşkere bike.
Biryar bû ku dun De Mistura bi şanda opozisyonê re biciviyaba, lê rêjîmê xwest ku ew civîn piştî civîna De Mistura bi şanda opozisyonê re, be.
Herwiha Wezîrê Derve yê Rûsya, Sêrgî Lavrov, ragihand ku nûnerê Ceyş El-Îslam yê weke mezinê danûstandinkarên opozisyonê hatiye destnîşankirin, Mihemed Elûş, û nûnerê Ehrar El-Şam di Jenev 3 de beşdar in, û got ew nayê wateya ku ew hêzin rewa ne li Sûriyê