Print this page

Balafirên hevpeymanan 26 êrîşên asmanî li dijî DAIŞê pêk anîn

Rojava News :Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li Iraq û Sûriyê 26 êrişên asmanî li dijî DAIŞê pêk anîne.

Hevpeymaniya navdewletî di daxuyaniyekê de ragihand ku, balafiran 20caran li Iraqê dane û 6 caran li Sûriyê dane.

Li gorî heman daxuyaniyê ku êrîşên li Sûriyê 2 ji wan li derdora Reqayê hate encamdan ku di encam de yekîneyeke teknîkî ya rêxistinê hate rûxandin, û 2 êrîşên din li Dêrazorê pêk hatin ku di encam de 2 pîrên petrolê wêran bûn, herweha 2 êrîş li Minbicê hatin encamdan ku di encamê de 3 pêgehên DAIŞê  hatin rûxandin li gel navendeke wan ya rahînankirinê.

Nalîn Hesen

11:15:23 AM