Print this page

Efserekî Rûsî li Sûriyê hate kuştin!

Rojava News: Rûsya kuştina efserekî pilebilindê xwe li Sûriyê piştrast kir.

Wezareta Parastinê ya Rûsya ragihand, efserekî pilebilind ê wî welatî ku wek şêwirmendê leşkerî li Sûriyê bû, hatiye kuştin.

Wezareta Parastinê ya Rûsya roja çarşemiyê 3ê Sibatê di daxuyaniyekê de ragihand: “Ew efser roja duşemiyê 1ê Sibatê ji ber topbarana DAIŞê birîndar bibû û piştre jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de amaje bi cihê ku êriş lê hatiye kirin û ew efserê Artêşa Rûsya lê hatiye kuştin, nekiriye.”

Wezareta Parastinê ya Rûsya herwiha amaje bi wê jî kiriye, ku efserê rûsî di yekîneyeke Artêşa Sûriyê de wek şêwirmendê leşkerî kar kiriye û erkê wî rahênan û perwerdekirina leşkerî ya leşkerên Sûriyê li ser çekên nû yê Rûsya bûye.

Rûsya ji sala par ve dest bi operasyona esmanî li Sûriyê kiriye û dibêje, ew yek li ser daxwaza fermî ya Hikûmeta Sûriyê ye.

Çavkaniyên Dijbereya Sûriyê ragihandibûn, şeva 2ê Sibatê çekdarên dijbereyê li parêzgeha Laziqiye êrişî civîneke nepenî ya fermandeyên leşkerî yên Rûsya û Sûriyê kirine û di encamê de 15 leşker hatine kuştin, ku 4 ji wan efserê rûsî û 5 jî efserê sûrî bûne.

 

11:42:22