4:44:13 PM
RojavaNews: Piştî ku Şanderê Navdewletî Jenêv3 paş xist, Serokê Desteya Bilind a Opozisyona Sûriyê Riyad Hicab , îro di kongereke rojnemevanî de ragihand ku ewê ji Jenêvê biçin , û heya daxwazên wan bicî nebin, ew venagerin gotûbêjan.
Herwiha Hicab da xuyakirin, ku heya Esed di desthilatê de be, piroseya veguhestina siyasî li Sûriyê çênabe.
Herwiha Hicab got , ku paşxistina gotûbêjên Jenêv3 derfeteke ku civaka Navdewletî guvaşê li Esed bike ku agirbestê rawestîne û rê li pêş derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo deverên dûrpêçkirî re veke.