6:41:19 PM
RojavaNews: Wezareta Berevaniyê ya Fransa ragihand ku balafirên wê li Bajarê Minbicê li bakurê rojhilatê Helebê, çekdarên DAIŞê bombebaran kirin.
Herwwiha wezaretê eşkere kir ku balafirên wan bi rokêtên Skalp, navendeke perwrdekirinê û tapoyeke çekan li Minbicê armanc kir, bêyî ku hejmara kuştiyan diyar bike.
Piştî ku Parîs di Mijdara bûrî de, rastî êrîşeke terorîstî hatibû, ji ber vê jî Fransa êrîşên xwe li dijî çekdarên DAIŞê li Îraq û Sûriyê bêtir kirin, û hilgira balafira Şarl Dîgol anî ber Berava Deryaya Spî.
Bêtirî 2 salan e ku Bajarê Minbicê di bin kontrola çekdarên DAIŞê de ye, û ji demekê ve, çekdarên dAIŞê dorpêç danîne ser xelkê wê derê û nahêle kesek jê derkeve yan jî têkeviyê, ji ber vê jî xelk neçar dibe 12 km bimeşe ku bi qaçaxî ji Minbicê derkeve, ku berên xwe didin bajarokê Şiyûx û Bajarê Kobanê.