Print this page

David Kamiron: Rûsya dikare guvaşan li ser Esed bike

4:54:41 PM

RojavaNews: Serokweîzrê Berîtanya, David Kamiron, di hevpeyvîneke rojnameyanî de bi Rojnameya El-Heyat re eşkere kir ku ew û Rûsya li ser qunaxa veguhêz li Sûriyê nakok in.

Kamiron got ku Rûsya dikare guvaşan li ser Esed bike û ewê guh bide wan û garantiyên pêkanîna çareseriya siyasî li Sûriyê bide .

Herwiha Kamiron eşkere kir ku welatên girûpa Piştevasniya Sûriyê ya navdewletî çekdarin opozisyonê perwerde dike û pêdiviyên girîmg ji wan re dabîn dike.

Kamiron tekez kir ku di despêkê de divê agirbesta giştî li sûriyê were ragihandin û piştre qunaxa veguhêz despê bike, ne hikûmeteke fireh alî ku Esed têde beşdsr be, wek Rûsya dixwaze, û got di despêka wê qunaxê de divê Esed desthelatê bihêle.