Print this page

Davutoglu: ‘70 hezar sivîl ber bi Tirkiye ve tên’

Rojava News: Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu doh li Londonê li gel nûnerê payebilind ên 70 welatî beşdarî konferansa alîkariya xelkê Sûriyê bû. Davutoglu di konferansê de axaftinek kir û got, “Ji ber bombebarana zêde ji Helebê de 70 hezar penaber ber bi sînorê Tirkiye ve direvin.”

Davutoglu di berdewamiya  xwe de got, “Balafirên Rusya yên şer 2-3 rojên dawî bi bombebaraneke giran sivîlan qetil dike. Niha 10 hezar insan li ser tixûba me ne. Li vê derê 10 kamp he ne û 70 hezar insan di van kempan de li benda alîkariyê ne. Rusya jî bombebarana bi ser dibistan û nexweşxaneyan de didomîne. Em careke din dibêjin ku Rusya li DAÎŞê naxe li sivîlan dixe. Heke bi vî rengî dewam bike ti feydeya civînên me û hevdîtinên li Cinêvê namîne.”

Davutoglu rewşa Sûriyê nêrxand û got; “Li sûriyê Rusya, Îran, milîsên Şîe piştgiriya rejîmê dikin. Pêşî Medaya dorpêç kirin niha jî berê xwe dane bakûrê Helebê. Xwarin û vexwarina insanên li Medaya tine ye. Ev stratejiya kuştin e û tawana şer e.”

Serokkomarê Tirkiyê  Recep Tayip Erdogan jî li Ekvadorê bombebarana Rusya û rejîma Sûriyê rexne kir û hejmara penaberên ku ber bi Tirkiye ve tên bi hezaran îfade kir û wiha pê de çû, “Dewletên Ewrûpî dixwazin ku koça penaberan a ber bi Ewrûpayê ve bisekine. Lê heta ku ev qeyran bi dawî nebe koça benaberan jî nayê sekinandin. Ev insan di bin van bombebaranan de dê bi kû de herin?”