Rojava News: Li gorî hin malperên nêzîkî rêjîma Esed ku li 100 dibistanên Sûriyê zimanê Rûsî bi fermî tê xwendin.
Li gorî wan malperan, ji destpêka sala 2016an de wezareta Perwerdehiyê ya rêjîma Esed biryara xwendina zimanê Rûsî li gel zimanê Erebî derxist.
Herweha hat belavkirin ku hejmara dibistanên ku zimanê Rûsî têde tê xwendin di pula 7 û 8 de li hemu parîzgehên Suriyê gehiştye 100 dibistanî.
Biryare di sala 2017an zimanê Rûsî di pula 9an de jî were xwendin ta ku zimanê Rûsî bighêje qunaxa navendî li hemu dibistanên Suriyê.
Nalîn Hesen
9:58:12 AM