Rojava News : Balafirên Rûsî çend taxên bajarê Himsê bombebaran kir û di encam de xelkên sivîl bûn qurbanî.
Li gorî agahiyan, balafirên rêjîma Esed bi piştivaniya balafirên Rûsî bi dijwarî êrîşî taxa Telbîsê, û gundên Kêsîn, Elmeheta, Sinsîl û Elxinto yên bi ser bajarê Himsê ve kirin.
Di encama wan êrîşan de gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi dehan birîndar bûn û rewşa gelek ji wan xirab e, herweha ziyanên madî jî giha avahiyên xelkên sivîl .
Nalîn Hesen
10:37:47 AM