Rojava News: Komele xêrxwazî ya mizgefta Yawz Selîm ya Tirkî xwarin pêşkêşî 200 penaberên Sûrî yên ku li bajarê Ofinbax yê Almanyayê dimînin, kir.
Selîm Tonc, berpirsê wê Komelê tekez kir ku ew bi berdewamî piştgiriya penaberên ku bi zehmetî dighên Almanyayê dikin, ji ber vê jî wan xwarin pêşkêşî 200 penaberên Sûrî yên ku li bajarê Ofinbax yê Almanyayê dimînin, kirin.
Di wê çalakiyê de Artexril Faqî Oglo qunsilê Tirkiyê li Frankfortê, Bitr herweha Şinayder serokê şaredariya Ofinbaxê,û Ebdelqadir Rafod serokê encumena biyaniyan li wî bajarê beşdar bûn.
Herweha ji bilî xwarinê, komele navbûrî cil jî li ser penaberan belav kirin.
Nalîn Hesen
11:40:43 AM