Print this page

Rejîma Sûriyê li sinorê Tirkiyê ye

Rojava News: Artêşa Esed bi piştgiriya milîsên Îranê navçeyekî li ser sinorê Tirkiyê kontrol kirin.

Li gor malpera Fermî ya PDK-Sê, roja duşemê 08.02.2016 Artêşa Esed bi piştgiriya firokeyên şer ên Rusya û bi alîkariya milîsên Îranê navçeya Kefîn û gundên derdora Helebê li ser sinorê Sûriyê û Tirkiyê kontrol kirin.

Kontrolkirina vê navçeyê piştî şerekî giran ê dinavbera Artêşa Sûriyê û Bereyê El-Nûsra ku baskekî El-Qaîde ye de pêk hat.

12:55:50 PM