Print this page

Li Mesakên Berzê kuştî û birîndar çêbûn

16:33:00 PM

RojavaNews: Wezareta hindir a rêjîma Sûriyê, ragihand ku otomêleke bombekirî li taxa Mesakêm Berzê li Şamê teqiya û di encamê de kuştî û birrîndar çêbûn.

Li gorî zanyariyan, heya niha bêtirî 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û 15 kesên din jî birîndar bûne, ku ew teqîn li bazara Mesakên Bezê li nêzîkî klaba efseran hatibû encamdan.

Herwiha ji ber teqînê ziyaneke mezin giha avahiyên derdorê, bi taybetî kompaniya giştî ya Aşan li Sûriyê, lê hîn jî ti aliyekî ew teqîn nexistiye stûyê xwe.