Print this page

Siudiyê: Amerîka piştevaniya şandina hêzeke taybet ji bo Sûriyê dike

16:41:06 PM

RojavaNews: Wezîrê Derve yê Siûdiyê, Adil El-Cubêr, ragihand ku gotûbêjên derbarê şandina firqeyekê ji hêza bejayî an jî firqeyekê ji hêza taybet a Siûdî ji bo Sûriyê di bin siha Hevpeymaniya Navdewletî, berdewam in.

Herwiha El-Cubêr tekez kir ku kengî hevpeymaniya navdewletî razî bibe, ew ê hêza xwe bişînin Sûriyê û got ku amerîka bi xurtî piştevaniya gava Siûdiyê dike.

Berdevkê Hevpeymaniya Îslamî, ku Siûdiyê serpereştiya wê dike, Emîd Rikun Ehmed Isêrî ragihand ku ew ê di civîna NATO de li Birukselê navên welatên beşdar di çi operasyoneke bejayî de li Sûriyê eşkere bikin.