4:57:30 PM
RojavaNews: Rêxistina Human Rights Watch di raprteke xwe de ragihand , ku Rûsya û Rêjîma Sûriyê bombeyên inqûdî yên qedexekirî li 5 Parêzgihên Sûriyê bikar anîne , û di encamê de 37 kesan jiyana xwe ji destdaye di nav wan de jin û zarok jî hebûn.
Raportê diyar kir , ku 4 cûre ji bombeyên inqûdî di operasyonên li Heleb, Dîmeşq, Hums, Idlib û Hemayê hatine bikaranîn, herwiha raportê da xuyakirin ku nêzîkî 20 hezar kes ji Helebê ji ber bombebaranê ber bi sînorê Tirkiyê ve çûne.