17:04:58 PM
RojavaNews: Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku opozisyona Sûriyê li herdu Çiyayê Kurmênc û Turkmenan, pêşve çûn û xalên ku sibeha îro roja Sêşemê ji dest dabûn, vegerandin bin kontrola xwe.
Her li gorî rewangehê jî, di wan şerûpevçûnan de, 3 çekdarên opozisyonê hatin kuştin û hinek din ji rêjîmê jî hatin kuştin, bêyî ku hejmara wan nîşan bide, û got ku li çepera Qermenliyê yê Çiyayê Turkmenan, opozisyonê hejmarek ji çekdarên rêjîmê bi qenaseyên xwe kuştin.
Rêjîma Sûriyê û bi piştevaniya balafirên rûsî, duh roja Duşemê 4 gundên Çiyayê kurmênc li çepera gundê Kinesbayê kontrol kiribû.