Rojava News: Li Şama paytexta Sûriyê, teqînek çê bû, di encam de bi dehan qurbanî hene.
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragihandin ku, teqnî duh, li geraca navenda fermandeyê leşkerî bi rêya otomobîleke bombekirî hate pêkanîna, û mîdyaya rêjîma Esed jî ew yek piştrast kir.
Li gor Rewangehê, di encama wê teqînê de herî kêm 8 kes hatin kuştin û 20ê din jî birîndar bûn.
Hêjayê gotinê ku berî demeke kurt teqînek mezin li navçeya Seyîda Zêneb rû da, di encamê de 70 kes bûn qurbanî.
Nalîn Hesen
8:32:58 AM