Print this page

Şaredariya Almanî li Hatayê Dibistaneke Zarokê penaberan avadike!

Rojava News: Şaredariya Aalen ya Almanî  li navçeya Reyhanlî dibistaneke bi 24 xwendehî ji bo zarokên penaberên Sûrî avadike.

Dibistana ku li navçeya Reyhanlî ya bi ser Hetayê wê bê avakirin, îro temelê wê ji aliyê Serokê Şaredariya Hetayê Lutfû Savaş, Qeymakamê  Reyhanlî Tuncay Dursun, Serok şarederê Aalen Thilo Rentschler, Parlementerê partiya Almanî SPD Claus Schmiedel hate avêtin..

Dibistana ku temkir,na wê jib o 6 meha hatiye plankirin,  wê xwedî kepesiteyeke 720 xwendekarî be, 24 xwendegeh têde hebin.

Şaredarê Almanî di axaftina avêtina temelê dibistanê de got; Almanya hewl didê di çareseriya pirsgirêkên penaberan de alîkar bê ji Tirkiye yê re. û me plankiriye da temelê 6 dibistanê din jî bavêjin.

10:43:52

Şanaz Emin