Rojava News: Neteweyên Yekbûyî bangewazî li hukimeta Sûriyê û aliyên şer kir da ku sivîl bên parastin û alîkarî bigihêje ber destê penaberan.
Di malpera Neteweyên Yekbûyî de îro daxuyaniyeke nivîskî hate belavkirin. Li gorî daxuyaniyê Kordînatorê Alîkariyên mirovî û alîkarê Sekreterê Giştî yê NY Stephen O’Brien gotiye, “Ji ber êrîşên li bakûrê Helebê di medyayê de hinek nûçe tên belavkirin ku 30 hezar kes malên xwe terikandine. Ev cihê metirsiyê ye.”
Kapasîteya kempên li ser sînorê Tirkiye tijî bûne
Rayedarê NY O’Brien di derheqê kapasîteya kempên li ser sînorê Tirkiyê de got, “Hinek kes di kempên nêzî sînor Tirkiyê de dimînin. Lê ji niha de kapasîteya van kempan tijî bûye.” Loma O’Brien bangewazî li hukimeta Sûriyê û aliyên şer kir da ku sivîl bên parastin û alîkarî bigihêje ber destê penaberan.”
“Lazim e Tirkiye deriyên xwe ji penaberan re veke”
Berdevkê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî William Spinder jî bang li Tirkiye kir da ku sînorên xwe ji bo penaberên ku ji Helebê tên veke. Spinder destnîşan kir ku ew ‘endîşeyên Tirkiyê fêhm dikin’ Ji aliyê din ve Spinder ji bo ku barê Tirkiyê bê sivikkirin ji civaka navdewletî jî piştevanî xwest.
11:11:16