Print this page

Şerûpevçûnên li derdora balafirxaneya Minixê berdewam in

4:21:10 PM

RojavaNews: Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku şerûpevçûnên li derdora balafirxaneya Minixê ya li gundewarê Ezazê berdewam in û hîn YPG ew balafirxane kontrol nekiriye.

Her li gorî jêdedan jî, balafirên rûsî 12 êrşên esmanî li derdora cihê şerûpevçûnan pêk anîne, ku hîn li ser radestkirina wê balafirxaneyê ji bo YPG ti lihevkirin nehatiye kirin.

Balafirên rûsî jî derdora bajarokê Til Rifat û gundên Minix, Kilbîn, Ên Deqe û Kefer Xaşirê bombebaran kirin di encamê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, ku yek ji wan zarokek bû.

Rewangeha Sûrî jî tekez kir ku rêjîmê karwaneke alîkariyên mirovî derbasî herdu bajarokên Nibol û Zehra kirin, ku berya çend rojan herdu bajarok kontrol kiribûn.