4:41:27 PM
RojavaNews:Hêzên esmanî yên rûsî li serbazgeha Himêmîm a Rûsî li Laziqiyê ragihandin ku Rûsya 2 balafirên alîkariyên mirovî gihandin serbazgeha Himêmîm da ku piştre bide rêjîma Sûriyê.
Hêzên esmanî eşkere kirin ku 2 balafirên L 76, ku têde 50 ton alîkarî hebûn, ji bo Sûriyê hatine şandin.
Berya niha jî balafirên Rûsî bi paraşotan alîkariyên mirovî avêtibûn ser deverên rêjîmê yên dorpêçkirî li Dêrezorê, ku ew jî 50 ton alîkarî bû