16:23:38 PM
RojavaNews: Piştî lihevkirina di navbera Amerîka û Rûsya de di derbarê sekinandina şer de li Sûriyê, balafirên Rûsî gundewarê Humsê armanc kirin û kuştî û birîndar jî çêbûn.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku balafirên rûsî îro sibeha Roja Înê, gundewwarê Humsê bombebaran kirin û di encamê de bi kîmayî 10 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn.
Her li gorî zanyariyan jî, balafirên rûsî 16 êrîşên esmanî li herdu bajarokên Xentûrû El-Dar El-Kebîre û gundê Tîr Me’elê li bakurê gundewarê Humsê pêk anîn.