16:51:34 PM
RojavaNews: Cîgirê serokwezîrê kiwêtê û Wezîrê Berevaniyê, Xalid El-Cerah El-Sebah, du Roja Pêncşemê ragihand ku welatê wî hesankariyan ji Hevpeymaniya Navdewletî re vedike ku bingehên wê yên serbazî di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de bikar bîne.
El-Sebah tekez kir ku bingehên esmanî jî li pêş Hevpeymaniya Navdewletî vekirî ne.
Herwiha navbûrî eşkere kir ku Siûdiyê wê di meha bê de civînekê ji Hevpeymanya Îslamî re, derbarê şerê terorê û he rêziya bi hevpeymaniya navdewlretî re di derbarê şerê DAIŞê de li Sûriyê, lidar bixe.
El-Sebah got ku avakirina hevpeymaniya Îslamî li ser bingeha jinavbirna terorê bi giştî ye, ne tenê jinavbirina DAIŞê.