Print this page

Şatynmayr: Di hefteya bê de şer tê rawestandin

17:03:04 PM

RojavaNews: Wezîrê Derve yê Amerîka; Frank Falter Şatynmayr, ragihand ku girûpa piştevaniya Sûriyê ya navdewletî biryara rawestandina operayonên leşkerî li Sûriyê stand.

Şatynmayr tekez kir ku wê di hefteya bê de rawestandina operasyonan despê bike û got ku lihevkirin hatiye kirin ku tundî were kêm kirin.

Herwiha Şatynmayr diyar kir ku Amerîka û Rûsya di konfransa Miyûnixê de biryara rawestandina operasyon standine û got çareseriya sleşkerî pêşeroja Sûriyê ava nake.

Ji aliyê xwe ve, Sekretera YE ya karûbarên derve û siyaseta ewlekariyê, Fedrîka Mogerînî tekez kir ku wan biryara da ku biryara NY ya hejmra 2254 bi temamî were bicî kirin.

Berdevkê Desteya Bilind a gotûbêjan, Salim El-Muselet, ragihand ku ew li benda gaveke bilez in ji aliyê civaka Navdewletî ve û got divê biryarên konfransa Miyûnixê werin bicî kirin.