Print this page

Hefteya bê alîkariyên mirovî digihin Sûriyê

17:42:03 PM

RojavaNews: Serokê Girûpa kar a karûbarên mirovî a Girûpa Piştevaniya Sûriyê, Yan Îcland, ragihan ku biryar e hefteya bê alîkariyên mirovî bigihin Sûriyê.

Herwiha Îcland got wê alîkarî bigihin deverên ku ziyan bêtirê gihaye wan deran û eşkere kir ku wan daxwaza rêdana şandina alîkariyan kiriye, ku biryar e di hefteya bê de despê bike.

Biryara gihandina alîkariyên mirovî ye ji biryarên Konfransa Miyûnixê ya Ewlekariya cîhanî bû ,ku têde jî lihevkirina li ser sekinandina şer li sûriyê di hefteya bê de, hat ragihand da ku gotûbêjên Jenev 3 dîsa despê bikin.