Print this page

Hindistan nîv Melyon Dolar pêşkêşî penaberên Sûrî li Libnanê dike

Rojava News: Balyoza Hindistanê li Libnanê duh ragihand ku welatê wê dê alîkariyê bi qasî nîv Melyon Dolar pêşkêşî hikumeta Libnanê bike daku li ser penaberên Sûrî belav bike.

Anîta Neyar balyoza Hindistanê li Libnanê, piştî ku bi wezîrê aborî û bazirganiya Libnanê re civiye ji ragihandinê re da xuyakirin ku welatê wê amade ye ku alîkariyê pêşkêş bike daku barê li ser milê Libnanê derbarî vehewandin û alîkariya penaberan sivik bike.  

Tê zanîn ku zêdetirî ji melyonek û 200 hezar kes ji Sûriyê koçberî Libnanê bûne.

Nalîn Hesen

10:56:13 AM