Rojava News: Rewangeha Sûriyê ya mafên Mirovan ragihand ji şeva din ta sibeha Îro balafirên Rûsî 12 êrşên esmanî li gundewarê bakurê Helebê pêk anine.
Li gorî Rewangehê, ew êrîş li derdora Îzazê, Marea, Til Rifet , Ên Diqe û Kefir Xaşir hate encam dan.
Di encam wan êrîşan de gelek xelkên sivîl birîndar bûn.
Ji aliyekî din ve û li gorî heman jêderî ku Îro, ketîbeyên Îslamî gelek topên Hawanê avêtin taxên Mokabo , Sebîl û Tişrîn li bajarê Helebê ku bi xwe dibin kontirola çekdarên rêjîma Esed ne ku di encam de ziyanên madî çê bûn .
Lana Mihemed
12:44:39 PM