16:09:18 PM
RojavaNews: Serokê Rêjîma Sûriyê, Beşar Esed, di hevdîtineke rojnamevanî de ragihand ku pirsa avakirina sîstema dewleta Sûriyê, çi Fedralî be çi Nevendî be, di destûra Sûriyê de tê destnîşankirin û bi dengê gel jî li ser tê pesendkirin.
Herwiha Esed tekez kir ku pirsa Fedraliyê ji bo kurdan, wê di danûstandinên bê de li di navbera aliyên sûrî de were gotûbêjkirin.
Daxuyaniya Esed piştî wê yekê tê ku hat ragihandin ku Amerîka û Rûsya li ser Fedralîzmê li Sûriyê lihev kirine, herwiha Ajansa Akî ya Îtalî, jî ragihandibû ku Şanderê Navdewleît ji bo Sûriyê, Stîvan de Mistura, bi aliyên opozisyonê re di derbarê Fedralîzmê li Sûriyê civiyabû.
Li gorî heman ajansê, opozisyona nêzîkî Rûsya li ser pirsa Fedralîzmê bi erênî bersiva De Mistura dabû, lê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyonê jî ew yek red kiribû.