16:13:29 PM
RojavaNews: Berdevkê Desteya Bilind a gotûbêjan a Opozosyona Sûriyê, Salim El-Muselet, di daxuyaniyekê de ragihand ku ji bo despêkirina gera diwê ya gotûbêjên Jenev 3, divê rêjîm girtiyên jin serbest berde û rê li ber derbasbûna alîkariyên mirovî ji bo deverên dorpêçkirî veke.
Herwiha Muselet eşkere kir ku êrîşên balafirên rûsî tenê 5% navendên DAIŞê armanc kirine, di dema ku balafirên rûsî 70% ji êrîşên xwe sivîl aramnc kirine û ziyanên mezin gihane avahiyên dibistan nexweşxaneyan.
Muselet got divê Rûsya biryara Girûpa piştevaniya Sûriyê bicî bike û bombebaranê rawestîne.