Print this page

Balafirên şer ên Siûdiyê li bingeha Incirlîkê ya leşkerî bicî dibin

16:26:32 PM

RojavaNews: Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mewlûd Çawîşoglu, ragihand ku ji bo destêwerdana bejayî di Sûriyê de, siûdiyê balafirên xwe ên şer şandine bingeha Incirlîkê li Tirkiyê.

Herwiha Çawîşogly got eger heye ku welatê wî jî bi Siûdiyê re destêwerdana bejayî di sûriyê de bike, û got kengî ew destêwerdan despê bike, wê hingê wê Rûsya Esed yan jî DAIŞê hilbijêre.

Ji aliyê xwe serokê rêjîma Sûriyê jî got ku ew dûr nabîne ku destêwerdaneke bejayî di Sûriyê de were kirin, û tekez kir ku ew ê rê li ber wê yekê bigirin.