Print this page

Almanya: Em amade ne Artêşa Sûriyê ya pêşerojê perwerde bikin

16:32:53 PM

RojavaNews: Wezîra Berevaniyê ya Almanya, Orzola Fon Dêr Layn, ragihand ku welatê wê amade ye di pêşerojê de û piştî serkeftina proseya siyasî li Sûriyê, Artêşa nû ya Sûriyê perwerde bike.

Fon Dêr Layn got ku hîn niha dûr e ku piroseya siyasî bi serkeve heya perwerdekirina Artêşa Sûriyê ya pêşerojê despê bike.

Herwiha navbûrî tekez kir ku welatê dikare bi sedan pîşeyan ji bo jinûveavakirina Sûriyê, fêrî penaberên Sûrî ku li Almanya dimînin fêrî wan pîşeyan bike, û got ku bernameyeke wan ji bo wê yekê heye.

Fon Dêr Layn tekez kir ku ji bo jinûve avakirina Sûriyê, ne tenê kevirên nû gerek e, lê kesên xwedî karîn û bi hêvî jî gerek in.