Print this page

Çekdarên El-Nusra ji Hamayê diçin Helebê

Rojava News: Piştî kontrolkirina bajarokê El-Zehra û Nubol, Tannourah Quarries bi destê rejîma Sûriyeyê, jimareyeke zêde ji çekdarên rêxistina terorîstî El Nusrayê ji devera Hamayê derdikevin û berbî Helebê ve dicin.

Li gorî nûçeyên daketine ser malperên Sûrî;  Çekdarên  El Nusrayê bi konvoyekî otomobîlan ji Hamayê derdikevin û berê xwe didin bakûrê Helebê.

Hat zanîn piştî alikariya bombaranên Rûsî rejima Esed li deverê pêşvediçê û gelek cîhên di bin kontrola dijbereya Sûriyê de jî bidestxistin.