Rojava News: Wezîrê Karê Derva yê Emerîka John Kerry diyar kir; “Eger hikumeta Sûriyeyê agirbestê pêk neyîne, civaka navnetewî bê deng namîne.”
Kerry roja înê di hevpeyîvîneke bi Kenaleke nêzî dijbereya Sûrî de hêşyarî da hikûmeta Sûriyeyê û got ku eger artêşa Sûriyeyê, agirbestê pêk neyine, dibe ku hêzeke leşkerî bê avakirin û bi rengekî bejahî destkarî li Sûriyê bê kirin.
Kerry bi tundî gef li Esad xwar û got; “Eger Esed li gor peymanê tevnegerê civaka navnetewî wê care weke temaşevan namînê”
Her wiha di civîna Munix a koma alîkariya bi Sûriyê re, daxuyaniyek dan û tê de destnîşan kirin ku divê agirbest li Sûriya pêk were, rewşa mirovahî çareser bibe, pêvajoyeke siyasî destpê bike û di nava 18 mehan de hilbijartin pêk werin.
Serokomarê Emerîka Barack Obama beriya niha, ragihandibû ku ihtîmala ketina hêzeke Emerîkî ya bejahî ji Sûriyê re, nîne. Lê Erebîstana Siûdî û Îmarata Erebî jî îlan kirin ku ew amede ne bi awayekî bejahî derbasî Sûriyê bibin.
10:10:26