5:08:19 PM
RojavaNews: Rêjîma Sûriyê derbarê topbarankirina navendên YPG li gundewarê Ezazê ji aliyê Tirkiyê ve, şermezar kir û bang li Netewên Yekgirtî kir ku rê li ber binpêkirinên Tirkiyê di Sûriyê de bigire.
Wezareta derve ya rêjîmê di daxuyaniya xwe de got divê Netewên Yekgirtî tawanên rêjîma Tirkiyê rawestîne.
Tirkiyê jî got ku divê PYD ji gundewarê Ezazê vekişe, lê Hevserokê PYD jî, Tirkiye hişyar kir û got ku ew ji deverên ku berya çend rojan ketine bin kontrola hêzên bi ser wê ve, venakişin