5:15:06 PM
RojavaNews: Balyozê berê yê Amerîka li Sûriyê, Robert Ford, ragihand ku Sûriyê ber ji hevketin û perçebûnê ve diçe û got ku bicîkirina biryarên konfransa Miyûnixê zehmet e.
Ford eşkere kir ku Sûriyê li ser 4 deveran wê bê parvekirin, deverek ji kurdan re li bakurê Sûriyê, deverek ji DAIŞê re li başûrê rojhilat, û li aliyê rojava jî para rêjîmê û devera çarem jî wê têkeve bin kontrola hêzên din ên opozisyonê.
Herwiha Ford tekez kir ku bicîkirina biryara konfransa Miyûnixê, di rawestandina şer û gihandina alîkariyan de, gelekî zehmet e.